Li Tebqayê çekên Tirk û NATO hatin  dîtin

Li Tebqayê, şervanên Hêzên Sûriyeya DemokratîK (QSD) dest danîn ser gelek çekên çeteyan. Di nava van çekan de yên Tirk û NATO'yê jî hene.

Piştî ku hêzên QSD'ê navenda bajarê Tebqayê kontrol kirin, şer li herêma santrala Hîdroelektrîk giran bû. Li vê derê di şer de gelek çek û cebilxaneya çeteyan hatin bidestxistin. Di nava van de çekên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine çêkirin û cebilxaneyên NATO'yê hatin dîtin.

Yek ji van çekan jî Çeka Law M72 a Fuzeyên Antî Tank e, ku ji aliyê Febrîqeya Roket û Teqemeniyan a MKE Barûtsanê ve hatiye çêkirin. Her wiha çek û cebilxaneyên ji aliyê NATO ve hatine çêkirin jî, hatin dîtin.

Tê texmînkirin, ev çekên NATO'yê ji aliyê dewleta Tirk ve radestî DAIŞ'ê hatiye kirin.

Li vê herêmê di şer de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Hammer, wesayîteke Reo ya leşkerî (Zîl), wesayîtek Pick-Up, yek B-7, çekek Law, Hawanek 120 mm û qaîda wê, çekek kalaşnîkovê û 4 qutî ji fîşkenên wê, Katyuşa û 76 roketên wê, 2 çekên sekvaniyê, yek jê (23 mm.), 100 guleyên Obus (Medfaiye), 2 dûrbînên şevê û 2 cetwelên Hawanê, 2 bêtêlên dijital Hytera û gelek alavên din ên leşkerî û teknîkî hatin desteserkirin. Tevî kamerayeke bi marka Sony, laptopek, telefonek û hin dokumanên çeteyan ketin destê şervanan.