Li taxên Amed û Sêrtê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ li olan da
Li taxên Amed û Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin û azadiya Rêber Apo hat xwestin.
Li taxên Amed û Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin û azadiya Rêber Apo hat xwestin.
Li gelek taxên Amed û Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin. Girseya gel a li ber agirê Newrozê govend gerandin bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
AMED
Li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, jin û ciwan ji bo şahiya Newrozê hatin ba hev. Li du kolanên taxê meşa meşaleyî hat lidarxsitin. Di meşê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Meş heta Parka Aştiyê berdewam kir.
Piştî meşê girseyê bi dirûşme û lêxistina erbaneyê agirê Newrozê vêxistin. Di şahiyê de fîşekên hewayî hatin berdan û li ber muzîkê govend hat gerandin. Di şahiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li olan da.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Taxa Seyrantepe jî agirê Newrozê vêxist. Di şahiya bi meşaleyî de bêyî navber dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e” û “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
SÊRT
Li Taxa Kooperatîf a Sêrtê jî şahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de govend hat gerandin û bêyî navber dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Newroz pîroz be" berz kirin.