Li Sinûnê hevdîtin û protesto

Heyetek ji hikumeta Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtin kir. Şêniyên Şengalê jî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê şermezar dike.

Endamê Koordînasyona Asayîşê Hemîd Şetir, Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî Qasim Eyrencî, Alîkarê Fermandarê Operasyona Hevpar û nûnerên Parastina Nînowayê jî di nav de heyetek ji hikumeta Iraqê li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtin kir.

Xelkê Şengalê jî ji bo lihevkirina Hewlêr-Bexdayê şermezar bike û nîşan bide ku ew bi Rêveberiya Xweser re ye, li cihê ku hevdîtin lê hate kirin, bi wêneyên şervanên YBŞ'ê yên şehîd bûne li hev kom bûn û dirûşma "Bijî Berxwedana Şengalê" qîriyan.

Hevdîtin dewam dike. Xwepêşandana xelkê Şengalê jî dewam dike.