Li Silopyayê 3 kes hatin destgîrkirin

Li Silopyayê Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Fatma Gunduz, dayika Pakîze Nayir ku di dema pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin, Behiye Nayîr û Dayika Aşitiyê Emîne Ozek hatin destgîrkirin.

Polîsan li gund û navenda navçeya Silopya ya Şirnexê bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeyê Fatma Gunduz, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Pakîze Nayir ku bi 2 hevalên xwe re di dema pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin, Behiye Nayîr û Dayika Aşitiyê Emîne Ozek hatin destgîrkirin.

3 kesên ku sedemê destgîrkirina wan nehate zanîn diyar bû birin Miduryeta Emniyetê ya Navçeyê.