Li Silêmaniyê kesek din jî bi vîrûsa Koronayê ket

Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, zilamekî 46 salî li bajarê Silêmaniyê di encama kontrolê de derket ku bi vîrûsa Koronayê ketiye.

Di daxuyaniyê de ku îro Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di encama kontrola zilamekî 46 salî, derket holê ku bi vîrûsa Koronayê ketiye. Li gorî vê li Herêma Kurdistanê kesên ku bi vîrûsê ketin bûn 29 kes, her wiha 13 kes jî li bajarê Silêmaniyê ne.

Ew di demekê de ye ku wezareta navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo tekoşîna li dijî vîrûsê li bajarê Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê qedexeya çûn û hatinê ragihand, her wiha tîmên tendirûstiyê jî kolan û cadeyan derman dikin.