Li Silêmaniyê ji bo Rojava banga çalakiyan hate kirin

Rojnamevan, rewşenbîr û çalakvanên sivîl li Silêmanî eniya piştewaniyê ya ji bo Rojava îlan kirin û vê yekemîn hewildanê wan xwepêşandanek be ku, sibê li Silêmanî pêk bînin.

Îro danê êvarê li bajarê Sulêmaniyê komeke rojnamevan, mamosteyên zanîngehê û çalakên sivîl serdana nûnertiya rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê kirin û piştevaniya xwe ji gelê Rojavayê Kurdistanê re ragihandin û dijayetiya xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk dubare kirin. Di encama civînê de biryar dan û eniya piştevaniyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê îlan kirin.

Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û li ser navê eniyê Aram Hadî axivî û got: “Em eniya piştevaniya Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê wekî êrîşa li ser hemû Kurdistanê dizanin. Dizanin ku hemû gelê me ji vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk bihêre, bi vê minasebetê em çalakiyekî nerazîbûnê li bajarê Sulêmanî pêk tînin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî xwepêşandanê bibin û êrîşa dewleta dagirker û faşîstê Tirk şermezar bikin.

Di derbarê dema çalakiyê de Hadî ragihand: “Piştî nîvro saet di 3’an de li kolana Salim a semta Seholeke çalakiya xwepêşandanê dest pê dike û li beramberî Baxî Giştî daxuyanî tê bê xwendin.”

Her wiha bang li hemû çalakên bajarên din yên Başûrê Kurdistanê dikin ku dakevin kolanan û bêdengiya li hemberî vê dagirkeriyê bişkînin. Ji bo piştevaniya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ji destê kê çi tê, divê teqsîr neke.