Li Silêmanî 5 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 5 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamê 24 saetên dawî ya rewşa nexweşiya Koronayê ya li herêma Kurdistanê ragihand û diyar kir ku 5 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du ji van kesên nû bi vîrusê ketine yek xwîşk û yek jî xizmê melayê ye yê ku beriya niha ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de bi giştî 6 kesên niştecihê bajarê Silêmanî ne, bi vê vîrusê ketine. A niha hejmara kesên bi vîrusê ketine bûye 17 kes.

Hêjayê gotinê ye ku bi giştî li Herêma Kurdistanê heta niha 34 kes bi vîrusê ketine. Her wiha îro Wezareta Kar û Barê Navxweyî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dema qedexeya ku ji 14 Adarê hatibû ragihandin ya ji bo du rojan diyar kiribûn, 3 rojên din jî hatiye dirêjkirin.