Li Sêwreg û Erganiyê namzetên HDP’ê bi coş hatin pêşwazîkirin

Li navçeya Erganiyê ya Amedê û li navçeya Sêwregê ya Rihayê namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê bi coş hatin pêşwazîkirin.

Rêxistina bajêr a Amedê ya HDP’ê xebatên hilbijartinê didomîne. HDP’ê li navçeya Erganiyê namzetên hevşaredariyê Meryem Yildirim û Ahmet Kaya da naskirin. Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya bajarê mezin a Amedê Hulya Alokman Ûyanik û Adnan Selçûk Mizrakli, parlementer Remziye Tosûn, Îmam Taşçier û Mûsa Farisogûllarî jî tevlî danasînê bûn.

Gel di têketina navçeyê de namzetên hevşaredariyê pêşwazî kirin û konvoya li nava bajêr tûrek avêt.

Li avahiya bajêr namzetên hevşaredariyê axivîn û diyar kirin ku ew ê di hilbijartinê de ew ê bi ser bikevin. Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli jî diyar kir ku ew ê hemû şaredariyên ku hatine desteserkirin, careke din bi dest bixin.

LI SÊWREGÊ PÊŞWAZIYEKE BI COŞ

Li navçeya Sêwregê ya Rihayê jî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Emîne Çetîner û Tûran Tuysuz ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Çetîner û Tuysuz bi konvoyeke wesayîtan li navenda navçeyê gel silav kirin û piştre li pêşiya avahiya partiyê namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku ew ê li Sêwregê bi ser bikevin.