Li Sêrtê xaniyek ji ber baranê hilweşiya: 3 kes mirin
Li gundê Soganli yê navçeya Xizxêr a Sêrtê, xaniyek ji ber barana zêde hilweşiya. Di bûyerê de 3 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Soganli yê navçeya Xizxêr a Sêrtê, xaniyek ji ber barana zêde hilweşiya. Di bûyerê de 3 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Soganli yê navçeya Xizxêr a Sêrtê, saet di 02.30 de ji ber barana zêde xaniyê malbata Coşkûn hilweşiya.
Di bûyerê de Cemal Coşkûn ê 40 salî, kurên wî Omer ê 5 salî û Yûsûf Coşkûn ê 15 salî jiyana xwe ji dest dan. Hevser û 4 zarokên wî jî ji aliyê gundan ve bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xizxêrê.