Li Sêrtê di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Hawêl a Sêrtê, ji ber qezayeke trafîkê 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn.
Li navçeya Hawêl a Sêrtê, ji ber qezayeke trafîkê 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn.
Li Sêrtê, mînîbuseke ku karker tê de bûn wergeriya. Bûyer li qada Karakaya ya bajarokê Ziyaretê ya navçeya Hawêlê qewimî.
Ji ber qezayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.