Li ser wargeha Mexmûrê balafirên keşfê digerin

Liv û tevgera balafirên keşfê ya li ser kampa penaberan a Mexmûrê van sê hefteyên dawî zêde bûye.

Li gorî agahiyan, bi taybetî ji 3'ê Adarê û vir ve balafirên keşfê bênavber li ser kampê digerin.

Rojnewsê bal kişand ser wê yekê ku piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Mûhammed Saîd a 3'ê Adarê li Tirkiyeyê û hevdîtina bi Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan, liv û tevgera balafirên keşfê li herêmê zêde bûye.

Hate ragihandin ku bi dema herêmî saet di 13:40'î de balafirên keşfê ji nizm ve li ser kampê geriyane. Nayê zanîn ku balafir ên kîjan welatî ne.

Salênd awî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî dewleta Tirk a dagirker gelek caran êriş bir ser kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî.

Herî dawî di 29'ê Tebaxa 2022'an de bombe li maleke li kampê hatibû barandin û di encamê de bavê 6 zarokan Ebûzêd Dêrhînî şehîd bûbû.