'Li ser şopa wan hişmendiya neteweya demokratîk diafire'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, êrîşa bi teqemeniyê ya sala 1996'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê pêk hat nirxand. Engîn her wiha 3 şoreşgerên Tirkiyeyî jî bi bîr anî.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ji ANF'ê re axivî û li ser 47’an a darvekerina sê pêşeng û şoreşgerên ku di 6’ê Gulana di sala 1972’an de li Tirkiyeyê  hatin darvekirin got, " Di serî de,berxwederên 6’ê Gulana 1972’an bi bîr tînim û serî xwe li ber şehadeta Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan ditewînim.

Dewleta Tirkiye di esasê xwe de bi hişmendiya netewe dewlet ango netewperestî û mîletgerî ava bûye. Ji bo wê jî her tim armanca rêveberên dewleta tirk her helindina gelan û dema derfet jî ditîne tinekirina gelan bûye. Ew fikra ku xwe disperê hişmendiya; yek dewlet, yek al, yek millet û yek welat di rastiya xwe de tine hesabindana tevahî rengên ku li Tirkiye ne. Dewleta tirk ji bo wê her tim bûye dewletek qirker. Ji bo wê her tim erîşî gelan û baweriyên wan kiriye. Heta ne hiştiye ku reng û dengên din li Tirkiyede bijîn. Kengî reng û dengên din li Tirkiye pêşketine, dewleta Tirk ji xwe re xetere dîtiye û erîş biriye ser wan reng û dengan û qirkirin pêk aniye.

Tê zanîn, di dîroka Tirkiye de bi taybetî jî piştî darbeya 1960’an cara ewil careke din rê ji bo fikrên sosyalist di Tirkiye de hatibû dayîn. Heta Kurdan û rengên din jî bi şêweyekê hewldan xwe îfade bikin. Ew kesên sosyalîst partiya TÎP ango Partiya Karkerên Tirkiye ava kiribûn. Her wiha gelekan ji wan hewldanên cîdî jî raber kiribûn. Lê tevahî hewldanên TÎP reformîzmê derbas nedikirin.

Dema di salên 1968’an de li seranserê cîhanê tevgera şoreşger ya ciwanan dest pê kir, ev bandora xwe li ser Tirkiye jî kiribû. Tê zanîn, şoreşa ciwanan li wan salan bandorek gelek mezin kiribû. Rastî jî ciwanên cîhanê-taybet jî li Fransa-helwesta wan gelek radîkal bû. Dirûşma; Cîhanek din mimkun e  deng vedabû. Ciwanan dixwastin cîhanek dîtir biafirînin ji ber we jî giştî cîhan dihêjandin.

Ger em bêjin ku şoreşgerên ciwan ên Tirkiye li vê tevgerê cîhanî de gelek bandor bibûn, yê di cih de bibe. Ciwanên Tirkiye gav bi gav helwesta TÎP reformîst ango nerm dîtin û derketinên nû taybet di pêşengtiya Mahîr Çayan de, pê re jî Denîz Gezmîş, Hûseyîn Înan, Sînan Cemgîl de derketinek radîkal kirin. Ger em bêjin Tirkiye hêjandin wê di cih de bibe.

Tê zanîn,Tirkiye endamê NATO bû. NATO jî tifaqa leşkerî ya DYE bû. Ciwanên şoreşger di serî de serî li hember NATO hêna rastir jî DYE rakirin. Pêşandana dijî Fîloya 6’êmîn çalakiyek gelek bi bandor bû. Ciwanên Tirkiye, Tirkiyek serbixwe dixwastin. Na Tirkiyek ku di bin xizmeta DYE de, lê Tirkiyek di xîzmeta gelê tirk û Tirkiye de dixwastin.

Fikrên herî pêş ji bo mafê Kurdan, yên Dr. Hîkmet Kivilcim bûn. Lê di qada pratîkî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan Mahîr Çayan jî xwedan nêrînên pêş bû. Her wiha Hûseyîn Înan û Denîz Gezmîş jî nerînên xwe li ser gelê Kurd û Kurdistan cuda bûn. Denîz Gezmîşê ku li Fîlîstîn perwerdeya gerîla dîtîbû dixwast li Tirkiye de gerîlagerî pêk bîne.  Di hewldanên xebatek wiha de ew û hevalên wî hatibûn girtin. Ruxme ku rêbaza tekoşîna Mahîr Çayan li Denîz Gezmîş wan cuda bû jî hewl da bû ku Denîz û hevalên wî ji girtigêhê rizgar bike. Di hewldana vî xebatê de Mahîr Çayan û hevalên wî di 30’î adara 1972 de li Kizildere de di şer de şehîd ketin. Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan jî di 6’ê Gulana 1972 de hatin îdam kirin.

Rêber Apo bi gotinên Mahîr Çayan yê ku dibêje gelê Kurd mafê xwe heye ku çarenûsa xwe diyar bike, gelek bandor bibû. Her wiha gotinên Denîz Gezmîş yê ku li ber piyên sêdarê de bi dengek bilind bi seknek camêr û onur; 'Bijî Tirkiyek tam serbixwe. Bijî biratiya Gelê Tirk û Kurd!' diqîre yên ku hêna îro jî di guhê me de deng vedide jî bandor bibû.

Em bizanin ku ev gotin û qirîn di demek wiha de têna ser zimane ku, kesek behsa Kurdan nake. Heta gelek Kurd jî êdî xwe wek Kurd jî nê dihasibandin.

Ji ber wê şoreşgerên mezin wek Mahîr û her wiha Denîz, Yusuf û Huseyîn ji bo şoreşgerên Kurdistan bi nirxin. Him nêzîkbûyîna wan ji bo pirsgirêka Kurd bi nirxin him jî rê û rêbazên wan yên radîkal û şoreşger jî bi nirxin.

Denîz Gezmîş dema ku berê xwe dide sêdarê qet poşman nîne. Berovajî, bi coş û kelecanek dirûşmên xwe bi dengek bilind diqîre. Her wiha gavek ji armanca xwe paş de navêje. Him Tirkiyek serbixwe dixwaze him jî biratiya gelan diparêze. Bi gotinek din çareseriya pirsgirêk Tirkiye de biratiya gelê Kurd de dibîne.

Bêguman Denîz Gezmîş û hevalîn wî yek jî bi sekna xwe ya bi heybet, bê tirs û xov, serbilind, bi onur jî ji me re her bûne hêzek manevî û rûhî. Ji ber wê jî her tim ji me re wek findeka ku pêşiya me ronî dikin yê bimînin."

ÊRÎŞA LI ŞAMÊ KOMPLOYA BINGEHÎN BÛ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn  êrîşa 6’ê Gulanê ya di sala 1996’an de ku li Şamê li hemberî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan pêk hat wiha dinirxîne "Dewleta tirk di dîroka xwe ya reş û tarî de her tim rêbazên derveyî mirovî kar aniye. Bi hîleyan û komployan her tim xwestine ku li ser piyan bimînin. Em vekirî bêjin ku dewleta tirk bi komployek ava bûye. Ev jî komploya li hember gelê Kurd e. Tê zanîn, bi peymana Lozan û dehan Peyman û civînên din Kurd û Kurdistan înkar kirine û dewleteka tirk a sexte ava kirine.

Ji ber ku dewleta tirk wiha ava bûye difikre ku herkes wek wan komploger û bêbexte. Ji bo wê jî çendî reng li Tirkiyede dijîn erîşa dibe ser wan.

Erîşa ku li 6 Gulana 1996’an de dijî Rêber Apo bi teqemeniyek mezin li Şam pêkhatibû bi wan bêbextiyan girêdayibû. Kurd înkar kirine, lê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo de him rabûne ser piyan him jî gelê Tirkiye bandor dikirin. Ger ev tekoşîna hêna bilindtir bibe ne gengaz bû ku dewleta li ser hîmên şaş hatibû avakirin bidome. Gengaz bû ku ew netewdewleta xwînxar were guherandin. Ger gelê Tirkiye bi gelê Kurd ve rabibûya ser piyan, ma gengaz bû ku ew kesên çete yên ku Tirkiye bi salan şelandî bûn li ser piyan bisekin?

Hêzên çeteger û netewperest ji ber wê Rêber Apo ji xwe re xeter dîtin û êrîşên cuda cuda biribûn ser wî. Yek ji wan erîşên mezin jî erîşa bi teqemeniyek nîv tonî li Şamê li ser dibistana navendî ya partiya me PKK bû.

Em dizanin ku, Denîz Gezmîş û hevalîn wî di 6’ê Gulana 1972 hatibûn darvekirin. Bi teqemeniyek mezin tam jî di roja 6’ê Gulana 1996 dijî Rêber Apo çalekî derxistin, hêzên çeteger dixwastin mesajek bidin rêbertiya û rêxistina me. Ev mesaja jî naveroka xwe, 'em nahêlin hûn xeta Denîz Gezmîşan bişopînin û bikin malê Tirkiye' bû.

Lê bila herkes bizane ku bersiva Rêber Apo ji bo wê mesajê pir sert bû. Di xwestin gelê kurd bê Rêber bihêlin. Êrîşa li şamê komployekî bingehîn bû. Di serî de jî di asta herî jor de hevala Zîlan di 30’ê Hêzîrana 1996’an li Navênda Dersîm dijî rêjîma faşîst ev peyam dabû. Û ev xeta û bersiva ku Zîlan dabû hêna jî ji bo her ferdek tekoşîna bizava azadîdidome."

HIŞMENDIYA OSMANIYA QIRKIRINA EREBAN ESAS WERDIGIRE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di dawiya axaftina xwe de li ser qirkirin u komkujiya ku 1912’an de li ser komek efserên Ereb pêk hatîbû wiha pêde diçe; "Di hin çavkaniyên Erebî de tê diyarkirin ku komek Efserên Ereb di 1912’an de belgeyek girîng bi dest xistine. Di nameyekê de ku lîderekî Îttîhadî ji bo efserekî payebilind dişîne, wiha tê gotin; “Ereban di bin gulebaranê de bihêlin û hewl bidin ji wan xelas bibin; ji ber ku kuştina wan qenciya me ye.” Ew nivîsek Osmanî û îttîhadgerên netewperest û nîjadperest bû.

Bila were bîra me ku di dema xwe de Osmaniyan tenê Ermen, Yewnan, Suryan-Keldan-Aşûr, Çerkez û her wiha Kurd di qirkirinan de derbas nekirin e. Heman demê Osmanî yek jî gelê ereb û Rewşenbîrên wan di sêdaran de derbas kirin e. Sê kesên ku ji bo komkujiyan li ser gelan bimeşînin nav xwe de dabeş kirin e, wek Talat; Ermeniyan, Enver; Kurdan û Cemal Paşa jî; Ereban hal bikin.

Hêrsa di nav Ereban de ku li dijî zext û zilma rêveberiya Cemiyeta Îttîhad û Teraqî bi pêş ket, veguherî bangên têkoşîna aktîf. Ev gotinên ku di danezanek wê rojê de hatiye weşandin, vê hêrsê wiha diyar dikir: “...Ev kesên ku dijminatiya te û zimanê te dikin, ji welatê xwe paqij bikî. Erebên Misilman û Xirîstiyan, li dijî dijminê xwe bibin yek, qet nebêjin ev Erebê Misilman e, ev Erebê Xirîstiyan e. Hûn hemû girêdayî Xwedêyekî ne û ol ê Xwedê ye. Ji ber vê bibin yek... Ey Erebên Misilman, eger hûn bifikirin ku ev îdareya zalim îdareyek Îslamî ye, hûn ê şaşîtiyek mezin bikin. Lewma di pirtûka Xwedê de dibêje, ‘zalim, kafir bi xwe ne’.”

Li dijî rewşenbîrên Ereb ên ji bo berxwedanê xwe bi rêxistin dikin, pêla girtinê dest pê dike. Paşê jî êvara 20’ê Tebaxa 1915’an rewşenbîrên ku ji girtîgehê derdixin ji saet 04.00’ê sibehê ve înfaz dikin. Rûspî ku 10 Misilman, 1 Xirîstiyan, 11 Ereb in, li meydana mezin a Beyrûdê, El-Bûrcê tên daliqandin. Koma duyem ku bi giştî 21 kes in, 17 Misilman û 4 jî Xirîstiyan in, 6’ê Gulana 1916’an bi berbangê re têne îdamkirin. Dîsa 14 li El-Bûrcê, 7’ên din jî li Şamê, meydana al-Marjen tên înfazkirin. Yê biryarê dide û vê biryarê li dadgehê ferz dike, Cemal Paşa ye. Di roja me de Ermenî çawa jenosîda roja 24’ê Nîsanê wek MEDZ YEGHERN wek rojek qirkirinê fêm dikin, pêwîste roja 6’ê Gulanê jî bi heman şêweyekê were fêmkirin û li dij vê komkujî helwest bê raberkirin. Em bîra nekin ku Kafîrûn’ên duhî di îro de Erdoxan û hevalbendê wî Bahçeli ye.

Pir balkêş e ku ruxme ku tam sed sal li ser de boriye, lê dewleta Osmanî bi kesatiyên wek Erdoxan-Bahçelî bi heman hişmendiya Osmaniyên Nû bi heman planî û hewldanên qirkirinan li ser gelê Ereb tevdigerin û her wiha îro jî wek duhînî Surî wek mêtingeriyek xwe dibînin û mafê xwe dibînin ku Surî perçe perçe bikin. Çi li Efrîn, çi li Cerablûs û Bab û çi jî li Idlib de her wiha hewldanên li ser Bakurê Rojhilatê Surî de tevahî bi mabesta wan him dagirkirina Surî ye û him jî perçe kirine Surî ye.

Pêwîste ku herkes bizane ku îro Tirkiye li Surî de dewletek dagirkere. Dîsa pêwîste ku herkes bizane Osmanî ketibûn Surî, ket Misir, ketibûn Urdun, ketibûn Sudî û tam 400 sala jî wan deran derneketibûn. Dewleta tirk ango serdestên tirk bi feraseta, ”cihê kû nala hespê me lê ketiye ya me ye” tevdigerin. Dewsa hespan em tankan deynin. Cihê ku tankên dewleta tirk çûyîne li gorê vê ferasata dagirker ya wan e.

Gelo îro li ser axa Surî de li ku derê de tankên dewleta tirk henin? Û bi vê dagirkeriyê dewleta tirk çi armanç dike jî ma ne diyar e?

Bi kurtahî: Bi heviya ku ev hişmendiya faşîst ya dagirker û xwînxar were fêmkirin pêwîste rastiya dewleta tirk baştir were fêmkirin.

Dema ku em di serî de bejna xwe li ber şêhîdên 6 gulana 1916 de tevanîn, dibêjin ku êdî pêwîstî heye ku di serî de erebên li Surî lê di giştî de jî erebên misilman-erebên Mesîhî li hember heşmendiya mêtinger a Osmaniyên Nû bi tevahî hêza xwe bi gelên herêmê wek Kurd, Asur, Çerkez, Ermen dijî dagirkeriya Dewleta Tirk ya faşîst derbikevin. Ji ber kû hişmendiya Osmaniyan qirkirinan gelan qirkirina kurd-Ereb ji xwe re esas digre."