Li ser nerazîbûnan 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin destgîrkirin

Li ser nerazîbûnên gelê Şengalê 2 çeteyên DAÎŞ’ê ku tê gotin destê wan di xwîna Êzidiyan de heye ji aliyê polîsên federal ên Iraqê ve hatin destgîrkirin. Gel dixwaze çeteyan radestî hêzên YBŞ’ê û asayîşa Êzîdxanê bikin.

Nerazîbûna gelê Şengalê ya li dijî anîna hinek malbatên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene û di dema fermanê de bi DAÎŞ’ê re tevgeriyane berdewam dike.

Li ser nerazîbûn û gilîya Êzîdiyan, 2 kesên ku di qirkirina Êzîdiyan de cih girtine ji aliyê polîsên federal ên Iraqê ve hatin destgîrkirin.

Piştî destgîrkirina herdu çeteyan, gel li navenda polîsan kom bûn û xwestin 2 çeteyên girtî radestî Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) bikin.

Li aliyê din polîsan Iraqê biryar dan ku bi Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ’ê re bicive. Di civînê de biryar hat girtin ku Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ’ê beşdarî lêpirsîna 2 çeteyên hatine destgîrkirin bibin.

Piştî ku daxwaza gel hat qebûlkirin, girse belav bû.