Li Selmasê merasîma sersaxî û bîranîna Şehîd Bêkes Ûrmiye

Bi rexmî astengiyên hêzên rejîma Îranê, merasîma sersaxî û bibîranîna Şehîd Bêkes Ûrmiye (Ehmed Muradpûr) li gundê Melhemê ya girêdayî bajarê Selmasê hate lidarxistin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Şehîd Bêkes Ûrmiye bi rexmî astengiyên hêzên rejîma Îranê, bi boneya bibîranîna wî merasîma sersaxiyê lidar xist.

Merasîm di navbera 4 û 7’ê Sibatê de hate lidarxistin. Hêzên rejîma Îranê di wê demê de hewl dan ku li pêşiya lidarxistina merasîmê astengiyan çêbike lê di encama israr û biryardariya malbatê û gelê welatparêz ên herêmê de gav bi paşve avêtin.

Şêniyên gundê Melhem û gelê welatparêz ên bajarên Selmas, Kelaxoy û Ûrmiye tevlî merasîmê bûn. Ji malbata Şehîd Bêkes re sersaxî xwestin û soza xwe ya bi şehîdên şoreşê re dubare kirin.

Her wiha xizm û welatparêzên li paytexta Yewnan Atînayê jî roja Înê ji bo bibîranîna Şehîd Bêkes Ûrmiye merasîmek lidar xistin. Kurdên her çar beşên Kurdistanê yên li Atînayê tevlî merasîmê bûn û dilsoziya xwe bi şehîdên rêya azadiyê re nîşan dan.

Hêjayê gotinê ye ku Şehîd Bêkes Ûrmiye (Ehmed Muradpûr) roja 2’ê Sibatê, di encama şerê ku ji bo parastina gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de derketibû şehîd ket.