Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
Bi nêzîkbûna Newrozê û referandûmê, rejîma AKP/Qesrê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî şidand. Li Mersîn, Bedlîs û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin.
Bi nêzîkbûna Newrozê û referandûmê, rejîma AKP/Qesrê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî şidand. Li Mersîn, Bedlîs û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin.
Li Mersînê, beriya Newrozê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di encama serdegirtin û lêgerînê de gelek kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Toroslar e Îsa Kûrt û welatiyên bi navê Abdulsamet Ogûz û Hîcran Kaytûr jî hene.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.
BEDLÎS
Li navenda Bedlîs, navçeyên Tetwan û Xelatê jî di serdegirtinan de 4 HDP'yî hatin binçavkirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Tetwanê Mûstafa Ozcan, Rêveberê HDP'ê yê Bedlîsê Nîzam Naz, Xebatkarê HDP'ê Taner Naz û Hevserokê berê yê HDP'ê yê Xelatê Mûrat Kahraman di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
ERZÎROM
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeya Qereyazî ya Erzîromê. Endamê KCD'ê Fatîh Karatoprak, Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Erdal Bayram û Cemîl Oran, Ethem Gunduz, Sakîne Gunduz û Ahmet Gunduz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Li Erzîrom û Qereyaziyê duh jî 17 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin.
WAN
Li navçeya Serav a Wanê, dema girtina li binê çavan a 15 kesên hatin binçavkirin, ku Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan jî di nav de ye, herta 23'ê Adarê hat dirêjkirin.