Li Rojhilat çalakiyên kedkaran didomin

Li Rojhilat çalakiyên kedkaran kete roja xwe ya 13’an. Esnaf derabeyên xwe venakin.

Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê çalakiya darabe girtinê ya esnafên ku kolbertî û kesibkariyê dikin, di roja xwe ya 13’an de didome.

Duh li bajarê Banê esnafan belavok belav kirin, kon vedan û sifreyên bê xwarin raxistin û bi vî awayî berteka xwe ya li hemberî siyaseta hikumeta Îranê ya terbîyekirina bi birçîbûnê, nîşan dan. 

Piştî girtina deriyê sînor ê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, nêzikî 80 hezar kolber û 6 mîlyon kesîbkarên Rojhilatê Kurdistanê bêkar man.