Li Rihayê zarokê 10 salî ji ber wêneyê Ocalan hat binçav kirin
Li navçeya Riha Bêrecûkê, li pêş avahiya HDP'ê ya navçeyê zarokekî 10 salî ji ber ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser cilê wî hebû, hat binçav kirin.
Li navçeya Riha Bêrecûkê, li pêş avahiya HDP'ê ya navçeyê zarokekî 10 salî ji ber ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser cilê wî hebû, hat binçav kirin.
Li pêş avahiya HDP'ê ya navçeya Riha Bêrecûkê, zarokê 10 salî yê bi navê MA.A ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Ataş bi hinceta ku cilê ku li xwe kiriye wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser heye, hate binçav kirin.
Ataşê ku birin Gerînendetiya Emniyetê a navçeyê, mûameleya ligel wî didome.