Li Rihayê Rewşa Awarte: ‘Qedexe’ didome

‘Qedexeya’ çalakiyan a li Rihayê 30 rojên din hate dirêjkirin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê li Kurdistanê Rewşa Awarte didomîne.

Li Rihayê walîtiyê ‘qedexeya’ çalakiyên li navenda bajêr û navçeyan meheke din dirêj kir. Di biryarê de hate diyarkirin ku ji 19’ê Mijdarê heta 19’ê Kanûnê hemû çalakî heta 30 rojan hatine ‘qedexekirin.’