Li Rihayê qirkirina siyasî: 13 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Heweng a Rihayê, di operasyonên qirkirina siyasî de 13 kes hatin destgîrkirin.

Li taxa Qosar a navçeya Heweng a Rihayê leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malan û operasyona qirkirina siyasî kirin.

Di serdegirtinê de Mehmet Yildirim, Kenan Yildirim, Muslum Yildirim, Yilmaz Dogan, Tacettîn Gul, Abdullah Polat, Îbrahîm Polat, Mûstafa Yildiz, Îskender Şeker, Emîn Zîncîrkiran, Mahmût Pehlîvan, Ayhan Atmaca û Mûstafa Taş hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan Mehmet Yildirim, Tacettîn Gul, Îbrahîm Polat, Mahmût Pehlîvan û Îskender Şeker ên bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin destgîrkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Hewengê, 8 kesên din jî birin Rihayê.

Piraniya kesên hatin destgîrkirin ew kes in ku beriya niha hatibûn destgîrkirin û êşkence li wan hatibû kirin.