Li Rihayê demê ragirtina yên hatine destgîrkirin hate dirêjkirin
Li Rihayê ji 18 kesên berî 8 rojan li Rihayê hatibûn destgîrkirin, di derbarê 16 kesan de biryara ragirtina wan hate dirêjkirin.
Li Rihayê ji 18 kesên berî 8 rojan li Rihayê hatibûn destgîrkirin, di derbarê 16 kesan de biryara ragirtina wan hate dirêjkirin.
Hamdullah Karaman ê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû destgîrkirin hate girtin, kesekî ku navê wî nehate zanîn jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
18 kesên berî 8 rojan li navçe û navenda Rihayê hatibûn destgîrkirin piştî karûbarên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 18 kesan di derbarê 16 kesaan de biryara ragirtinê ya 4 rojan hate dirêjkirin, Hemdûllah Karaman jî ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ hate girtin.
Kesekî ku navê wî nehate zanîn ê ji heman dozê dihate lêpirsîn jî hatiye berdan.
Kesên derbarê wan de demê destgîrkirinê hatiye dirêjkirin birin midûryeta emniyetê.