Li Rihayê 22 kes hatin destgîrkirin

Li navçeyên Xelfetî û Bîrecûk ên Rihayê di operasyonên qirkirina siyasî de, rêveberên HDP’ê jî di nav de, 22 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê leşkerên Tirk bi ser malan de girt û 13 kes destgîr kirin. Navê kesên birin Qereqola Leşkerî ya Gokluyê wiha ne: “Bekîr Ozturk, Nûrettîn Karadaş, Samî Bozkûrt, Kazim Balaban, Azad Polat, Seyhan Bayram, Hacî Yalçinkaya, Osman Yalçinkaya, Hasarî Baysoz, Hakkî Keskîn, Huseyîn Mavîgok, Kadîr Çolak û Abdullah Uzun."

LI BÎRECÛKÊ 9 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li taxên çolter û navendê yên navçeya Bîreçûkê jî, polîs û leşkerên Tirk bi ser malan de girt. Di operasyona hatî kirin de, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bîrecûkê Dîlan Taş, Hevserokê partiyê yê navçeyê yê berê Îbrahîm Yeşiltepe, Halîl Genç, Halîl Sarikaya, Abdulcelîl Arici, Şevket Çetînkaya, Mûstafa Karadag, Mîkaîl Kiliç û Bulent Karayilan hatin destgîrkirin. Kesên hatin desgîrkirin li navenda polîsan a Bîrecûkê tên ragirtin.

DEMA DESTGÎRKIRINÊ HAT DIRÊJKIRIN

Li aliyê din, di serdegirtinên malan ên 29’ê Adarê li Sêwregê de, Levent Korkmaz, Îlyas Korkmaz, Ayşe Guler, Tevbûn Mîmkara, Şehrîban Mîmkara, Hebat Mîmkara, Çerko Mîmkara, Cemîl Bezer û welatiyê paşnavê wî nehat zanîn Halîl ên hatibûn destgîrkirin, 4 roj dema destgîrkirina wan hat dirêjkirin. Hat diyar kirin ku kesên li navenda polîsan tên ragirtin, li rastî pêkûtiyeke xirab hatine.