Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê serdana goristanên şehîdan hat kirin

Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan hate kirin.

Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan hate kirin.

RANYA

li navçeya Ranyayê bi boneya Cejna Remezanê Komîteya Baweriyan a Tevgera Azadî û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîd Helwest kirin.

Li ser goristana şehîdan daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniyê de hat gotin, “Em soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin, divê roja pîroz de em silavên xwe ji ruhê pak yê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê re dişînin. Bi boneya Cejna Remezana pîroz em silavên xwe ji dayîkên şehîdan, girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişînin.”

KERKÛK

Li Kerkûkê jî bi boneya Cejna Remezanê serdana gorên şehîdan hat kirin.

MEXMÛR

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Remezanê serdana goristana wargehê kirin. Gel li ser gorên şehîdan çira vêxistin û cejna wan pîroz kirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên şehîdan Bavê Şehîd Yaşar Botan, Mehmud Manak axivî.

Mehmud Manak di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em Cejna Remezanê li tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê, Rêbertî û şervanên ku niha di tunelên şer de li ber xwe didin pîroz dikîn. Em soza şopanadina şehîd û şervanên xwe didin. Em soz didin ku em ê ala şehîdên xwe bigihînin lotkeya herî jor.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.