Li Raco û Şiyê 17 leşkerên Tirk hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeyên Raco û Şiyê 17 leşkerên Tirk kuşt, wesayîteke zirxî jî hate îmha kir.
Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeyên Raco û Şiyê 17 leşkerên Tirk kuşt, wesayîteke zirxî jî hate îmha kir.
Çavkaniyekî ji YPG’ê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ’ê li Raco û Şiyê bersivên tund dane êrîşên artêşa Tirk û 17 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Şervanan wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk jî îmha kir.
Artêşa Tirk a dagirker ji destê sibehê ve topan diavêje gundên Racoyên yên bi navê Firfirk, Qere Baba, Mosako, Tibe Heşrîkê û gundên Şiyê yên bi navê Foqanî û Xelîlê. Şervanên YPG/YPJ’ê bersivên tund dan êrîşan.