Li Qoserê ji ber mayîna leşkeran zarokek birîndar bû

Li gundê Arade yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê zarokê bi navê Alî Saridag ê 14 salî dema ku pezê xwe li bejahiyê diçêrand, di encma teqîna mayînê de giran birîndar bû.

Li gundê Arade yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê zarokê bi navê Alî Saridag ê 14 salî dema ku pezê xwe li bejahiyê diçêrand, di encma teqîna mayînê de giran birîndar bû.

Piştî bûyera danê sibê rûdayî û şûnde Saridag ê birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hate ragihandin ku rewşa wî giran e. Saridag ê diyar bû ku dermankirina wî li Mêrdînê nayê kirin, sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Dîlokê hate kirin. Ji ber teqînê ziyanên mezin li ser bedena wî peyda bûne.

Birayê Saridag Farûk ragihand ku metirsiya li ser jiyana birayê wî didome. Bira anî ziman ku birayê wî bê ku hay ji xwe hebe ketiye nava devera mayînkirî, dema dest dide mayînê diteqe. Bira diyar kir ku dermankirina wî li Dîlokê didome.