Li Qoserê êrîşa polîsan: Xelk daketin kolanan
Li Qoserê dema ku gel nerazîbûn nîşan da ku çima saetên ceyranan li ser dîregan tê bicihkirin, polîsan êrîî gel kirin. Li ser vê xelkê Qoserê daketin kolanan.
Li Qoserê dema ku gel nerazîbûn nîşan da ku çima saetên ceyranan li ser dîregan tê bicihkirin, polîsan êrîî gel kirin. Li ser vê xelkê Qoserê daketin kolanan.
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xwest li li taxa Ersoylû ya navçeya Qosera Mêrdînê saetên ceyranê yên malan derxe ser dîrekan. Ekîbên DEDAŞ’ê li gel sedan polîsan hatin taxê. Xelk li dijî ekîbên ku bi wesayitên zirxî hatin taxê li kolana Ersoylû kom bûn û xwestin polîs û DEDAŞ ji taxê derkevin.
Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û guleyên plastîk êrişî xelkê taxê kirin. Lê vê êrişê nerazîbûna xelkê taxê zêdetir kir. Vê carê şêniyên taxê rêyên li taxê girtin. Tevî êrişa polîsan jî welatî ji kuçeyan venqetiyan. Ekîbên DEDAŞ’ê di nava korîdora polîsan de xetên ceyranê yên taxê birîn.
Di êrişa polîsan de çar kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Guleyên plastîk ên ku polîsan berdan li jinên extiyar jî ketin. Jineke li taxê ya ku nexwest navê xwe bide diyar kir polîsan bi jopan lêdaye û êşkence lê kirine. Jinek din jî destên xwe yên ji ber guleyên plastîk û gazê sor bûne nîşan da û bertek nîşanî êrîşê da.