Li Qersê daxwaza MHP’ê ya betalkirinê hate redkirin

Ji ber ku HDP li Qersê di hilbijartinê de bûbû yekem, MHP’ê îtîraz kir. Îtîraza MHP’ê ya duyem hate redkirin.

MHP’ê ji bo betalbûna hilbijartinên li Qersê, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Qersê dabû.

Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar dabû ku deng careke din were hejmartin. Piştî hejmartina dengan, careke din derket holê ku HDP bi ser ketiye.

PIŞTÎ HEJMARTINÊ DENGÊ HDP’Ê ZÊDE BÛ

Beriya îtirazkirinê dengê HDP’ê 12.181 yê MHP’ê jî 10.984 bû. Piştî hejmartinê dengê HDP’ê zêde bû û yê MHP’ê jî kêm bû.

Piştî hejmartinê dengên HDP’ê bû 12.192 yê MHP’ê jî bû 10.954.