Li Qersê bayê HDP'ê rabûye

Li Qersê ku gel bi hev re bi aştî û biratî dijîn bayê HDP'ê rabûye. Ji niha ve gel xwedî li namzetên hevşaredariyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca xwedî derketiye.

Li Qersê ku Kurd, Terekeme, Laz, Ezerî bi hev re lê dijîn kelecaniya nametên şaredariyê yên HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca heye. Gelên bajêr ji rêveberiya AKP-MHP'ê aciz bûne. Gelê Qersê li bendê ye ku 31'ê Adarê dawî li AKP-MHP'ê bîne.

Bîlgen got li gel ku AKP-MHP'ê tifaq danîne jî gelê Qersê wê destekê nede vê hişmendiya siyasî, tercîheke dî bike. Bal kişande ser hilbijêrên Kurd, got, wê berê xwe bidin HDP'ê.

'EM Ê ŞAREDARIYEKE ZELAL DEYNIN HOLÊ'

Bîlgen diyar kir ku li Qersê ew ê rêveberiyeke wiha deynin ku bi gel re bi hev re rê ve bibin, hesab bidin û zelal bin û domand, ''Li gel vê em ê projeyan deynin ber xwe li ser danasandina berên çandiniyê û ji bo ku dewlemendiyên çandî werin xuyakirin em ê xwedî proje bin.''
Bîlgen got dema ku ew bi ser bikevin bi nasnameyên cuda wê jiyanekê ava bikin, ti cihêkariyê li kesî nekin, fatoreyê tenê li derdorekê nebirin û got, ''Mirov bawer dikin ku em ê xizmeteke dirûst bikin, hişmendiyeke xwedî qelîte ya şaredariyê deynin holê.''

Bîlgen her wiha got di hilbijartinê de ew ê nasnemeyan ji hev cihê nekin, li ser siberoja hevpar a Qersê vîneke siyasî ava bikin û got, ''Hişmendiya ku bi edebiyeta 'welat, milet, Sakaya' wê di bin sendoqê de bimîne.''

'MODÊLA HEVSEROKTIYÊ RÊ LI JINAN VEKRIYE'

Namzeta Hevşaredariyê Şîvan Alaca jî got HDP modêla hevseroktiyê diyarî vî welatî û cîhanê kiriye û got, ev modêl ji bo ku rê li temsîlîyeta jinan veke pir girîng e. Alaca got, ''Jin bi sîstema hevseroktiyê rasterast bûne xwedî gotin û biryar. Rengê jinê, hesasiyeta jinê bi sîstema hevseroktiyê wê di rêveberiyê de xuya bike. Hevseroktî ne tenê parvekiina rêveberî û desthilatdariyê ye, divê em bibin xwedî rêveberiyeke berevajî vê.''


'EM Ê SIYASETA NASNAMEYÊ NEDIN BER XWE'

Alaca bi domdarî got Qers bajarekî xwedî pirnasnameye ye û got, ''Li bajarê me nasnameyên Kurd, Terekeme, Azerî, Tirk û gelek nasneme hene. Aliyekî min jî Kurd û aliyekî min Azerî ye û ji vê mozaîkê me. Di şaredariyê de, di xizmetdayinê de em ê siyaseta nasnameyê nedin ber xwe. Em ê bi rêbaza sûdewariya civakê bixebitin. Bi taybetî nêzîkatiya jinan a li min pir baş e. Kêfxweş in ku li şaredAriyê wê jinekê ji xwe re muxatab bibînin.''