Li Qamişloyê cenazeyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo hatin veşartin

Li Qamişloyê cenazeyên nûçegihanê ANF'ê û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo bi merasîmek girseyî hatin veşartin.

Bi hezaran xelkê kantona Qamişlo, bi beşdariya bi dehan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her du şehîd rojnameger, nivîskar Seyîd Evran ku di 22′ê Îlonê de şehîd bûbû û yek ji fermandarên YPG′ê Aslan Qamişlo ku di êrîşa balafireke dewleta Tirk a dagirker 17′ê Îlonê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

Karwana şehîd ji taxa Enteriyê destpê kir, tê de endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin, leşkerî û ewlehî, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser û hevrêyên şehîd, nivîskar, rewşenbîr û oldaran beşdar bûn.

Hevrêyên her du şehîdan cenazeyên şehîdan ku bi kulîlk, ala YRA û YPG′ê hatibûn xemilandin û pêçan hilgirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li ser ruhê cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şêro Şero xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: "Em gelê xwe yê berxwedêr ku li dora têkoşîna şehîdan xwe civîne û li kêleka cenazeyên şehîd Aslan û Seyîd sekinîne berxwedan û israra we silav dikin."

Şero di şexsê her du şehîdan de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: "Îro ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî ye. Em îro 2 fermandarên binirx oxir dikin. Îro roja şehîdan e û bi vê boneyê hevrê Rustem Cûdî, Rûken û Sara bi bîr tînin û ji wan re diyar dikin ku ew ê di dilên me de bimînin û dê her xayînekî şerefa xwe firotiye were hesabkirin."

Şero têkoşîna şehîd Aslan di Şoreşger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de silav kir û wiha pê de çû: "Têkoşer Aslan ji destpêka şoreşê ve fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêwirmendê şoreşa me bû. Ewlehiya zarok, dayik û destkeftiyên şehîdên me di dirêjahiya salên xebata xwe de parastin, di oxira parastina gel de çavên xwe negirtin."

Şero wiha anî ziman: "Dê şehîd Aslan û Seyîd mizgîniyê bigihînin Rûken, Sara û Rustem û silavên we bigihînin wan û ji wan re bêjin felsefeya neteweya demokratîk û şargirtên Rêber Abdullah Ocalan hîna li ser soza xwe ya gihandina heqîqetê ne û ev gel her tim amade ye li dijî dijmin bisekine. Bê guman parastina mafên van şehîdan  li ser milê her ferekî/ê ku metoda wan bigihîne dawiyê."

Li aliyekî din jî Hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed axivî û wiha got: "Partiya me partiya şehîdan e. Lewma gelê me serî li ber zilm û dagirkeriyê natewîne."

Rûken têkildarî girîngiya vê rojê axivî û wiha domand: "Îro, di dîrokê de rojeke girîng e, meheke dîrokî ye. ji ber ku meha şehîdan û têkoşîna ku di şexsê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş de li dijî faşîsta Tirk hatiye destpêkirin e. Têkoşerên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hebûn û nasnameya Kurdan parast."

Rûken di şexê her du şehîdan de şehîd Rustem Cûdî bi bîr anî û wiha pê de çû: "Mîna vê rojê em fermandarê mezin ê xwedî fikra mezin ku ji me re felsefeya neteweya demokratîk şîrove kiriye bi bîr tînin û di şexsê wî de sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin."

Derbarê têkoşîna rojnameger û nivîskar Seyîd Evran de Rûken wiha anî ziman: "Hevrê Seyîd bi pênûs, wêne û xebata xwe ya di ragihandinê de têkoşîna gel û fedakariyên şehîdan nîşan da. Li ser şopa şehîdên çapemeniya azad mîna Zîlan, Denîz û bi dehên din ji şehîdan ji bo dengê gelê xwe, rûyê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re aşkera bike meşiya. Têkoşer Seyîd sînorên zehmetiyan nas nedikirin. Ji ber heqîqetê raber bike li hember tevahî rewşên zehmet sekinî û gelek rojnameger li ser vê prensîbê perwerde kirin."

Derbarê kesayeta fermandar Aslan Qamişlo de Rûken ev tişt got: "Aslan bi ruhê xwe yê dilnizm, fedaî û kenê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate naskirin. Di aliyên perwerde, parastina hundirîn û aliyê civakî de bê dudilî xebat kir. Bi eşq û baweriyeke mezin li ser rêxistina gelê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî û parastina cewherî xebat kir. Li tevahî qadên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya. Lewma divê em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir bikin, da ku em mafên wan bidinê û armancên wan pêk bînin."

Di dewama axaftina xwe de Rûken wiha got: "Çer ku em gelê bi şehîdên xwe ve girêdayî ne û îro li dora wan dicivin, wê demê divê em nehêlin xayîn li ser xaka me bijîn. Em hemû berpirsê vê yekê ne û ev erkek li ser milê me tevan e ne tenê li ser milên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD′ê ye. Divê em wan ji xaka xwe ya pîroz derxin. Ger ew yek pêk hat, wê demê em hêza rêxistina gel nîşan didin."

Rûken Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Welatparêzê/a ku bi xaka xwe ve girêdayî ye, divê welatê xwe neterikîne û li hember tevahî şêweyên şerê taybet bisekine. Em ji hêza gelê xwe bawer in. Divê em zarokên xwe li ser bingeha felsefeya şehîdên xwe perwerde bikin û em xwe li hember finteyan ku hin alî hewl didin di nava gel û Rêveberiya Xweser de derxin xwe bi rêxistin bikin."

Rojnameger û hevrêya şehîd Seyîd Evran, Stêrk Gulo li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê, Şoreşa Rojava û şehîdên di oxira têkoşîna rastiyê de li Kurdistanê şehîd bûne bi bîr anîn û wiha got: "Axaftina li ser şehîdan pir giran e. Şehîd Seyîd ji 30 salî ve hevrêyê min e û şehîd Aslan jî ji 25 salan ve hevrêyê min e. Em nikarin mafên şehîdan bi axaftinan bidinê."

Stêrk li ser taybetmendiyên şehîd Seyîd Evran axivî û wiha domand: "Seyîd ji gelê Rojava, Bakur Rojhilat û Başûrê hez dikir. Kurdê navçeya Hênê ya ku di Şoreşa Şêx Seîd de li dijî zilmê serî hildaye. Seyîd got ′bapîrê min tevî Şêx Seîd têkoşiya û ez neviyê wî me û Kurdek im, divê werim rizgarkirin′."

Stêrk wiha pê de çû: "Seyîd xwedî gotinên xwe bû. Li Zap heta bi Qendîl heta bi Zargrosê têkoşiya. Şervan, fermandar û rojnameger bû û rojekê ji bo îsbatkirina heqîqetê gav bi paş ve neavêt. Dema Şoreşa Roajva destpê kir, Seyîd berê xwe da Rojava, bi pênûs û kamereya xwe têkoşiya, da ku dengê gelê xwe bigihîne cîhanê. Me bi rêya pênûsa û nivîsên hevrê Seyîd bi hezaran hevrê û şehîd nas kirin. Dîroka tevahî Rojava dinasî, ji ber ku serdana gelê wê kiribû. Ew bîrewariya me tevan bû."

Stêrk diyar kir ku ragihandina azad bîrewarekî mezin winda kir, di dirêjahiya 24 salan ve Seyîd fedakariyên mezin di çapemeniyê de dan, hezkirina xwe di dilê her kesê/a dîdît de çêkir. Stêrk wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em bi pênûs û çeka xwe wî her tim zindî bikin. Bi hezkirin û îsrareke mezin em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bikin û her tim hildin çeka wan."

Di dawiyê de wesîqeyên Seyîd Evran û Aslan Qamişlo hatin xwendin û radestî hevrêyên wan hatin kirin. Piştre hevrêyên her du şehîdan cenazeyên wan hilgirtin û li goristanê veşartin.