Li Pîranşarê kolberek din ê Kurd hate qetilkirin

Hêzên rejîma Îranê li Pîranşarê kolberê bi navê Kamîl Mehmûd yê 30 salî kuşt.

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşar ê girêdayî eyaleta Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kuşt.

Li gorî agahiyên ku Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, berî du rojan hêzên rejîma Îranê, li sînorê Pîranşar a Parêzgeha Ûrmiyê li  kolberê Kurd ê bi navê Kamîl Mehmûd (30) reşand û ew kuştin.

Hate diyarkirin ku Kamîl Mehmûd ê hatiye kuştin xwedî zarok e û hê jî  cenazeyê wî radestî malbatê nehatiye kirin.