Li Pîranşarê êrîşî kolberan hate kirin: 1 mir, 4 birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kir. Di encama êrîşê de kolberekê jiyana xwe ji dest da, 4 kolber jî giranî birîndar bûn.