Li pêşiya Şaredariya HDP'î polîs hatin bicihkirin

Wezareta Karên Hundir a Tirk li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î polîs bi cih kir.

Pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î ji aliyê polîsan ve hate dagirkirin. Rayedarên şaredariyê diyar kirin, polîsan ji wan re gotine ku ew ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve hatine wezîfedarkirin. Polîsên Tirk mirovên dikevin avahiya şaredariyê di cîhaza X-ray re derbas dikin.

Polîsan her wiha destûr nedan ku rojnamevan dîmenê pêşiya avahiya şaredariyê bikişînin.

Rayedarên şaredariyê diyar kirin, ji bo 26 şaredariyên HDP'ê bi dest xistine 'fermanek'e bi vî rengî hatiye dayin.