Li Nisêbînê nerazîbûna li hemberî narkotîk û fûhûşê

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Nisêbînê bi daxuyaniyekê ragihand ku bikaranîna narkotîkê û zexta fûhûşê di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de dema dawî zêde bûye.

Civîna çapemeniyê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêk hat û Namzetên Hevşaredariya Navçeyê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay ên ji DEM Partiyê tevlî bûn.

Rêxistina DEM Partiyê ya Nisêbînê bal kişandin ser dîmenên fûhûş û bikaranîna narkotîkê yên li ser medya dîjîtal hatin weşandin û diyar kir ku ev yek encama polîtîkaya li ser ciwanan û jinan e ku dixwaze civakê bêpaşeroj bihêle.

Rêveberê navçeyê yê partiyê Mehmet Emîn Alkan daxuyanî da û got, "Dînamîka esasî ya vê xakê ciwan û jin in. Jin û ciwan civakê bi rê ve dibin. Hewl tê dayin ku jin û ciwan tevlî çirava fûhûş û narkotîkê bêne kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku weke DEM Partiyê ji bo jin û ciwanan ji vê çiravê biparêzin çi ji destê wan bê ew ê bikin."