Li navçeyên Wanê xebatên 8’ê Adar û hilbijartinê didomin

Li navçeyên Wanê serî de Qelqelî û Serayê li gelek navçeyan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.

Li navçeyên Wanê xebatên HDP’ê yên ji bo 8’ê Adar û hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê didomin.

QELQELÎ

Li avahiya HDP’ê ya navçeya Qelqelî çalakî hate lidarxistin û Hevseroka DBP’ê Aynûr Tarhan, endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mûkaddes Karakoç, namzeta Hevşaredariya Qelqelî Dîlan Orencî û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

Jinan bê navber dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Leylayê’ berz kirin û bi tilîliyan destek dan Leyla Guven. Hevseroka DBP’ê ya Wanê Aynûr Tarhan axivî û got; “Îro jinan li vir bi vê coşê peyama serketina 31’ê Adarê dan. Gelê Qelqelî biryara xwe daye. Îsal bi grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên li grevê em 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”

Piştre Endama Dîwana KCD’ê Mûkaddes Karakoç axivî û got; “Em berxwedana Leyla Guven silav dikin. Gelê me ew ê carek din xwedî li îradeya xwe derbikeve.”

Piştre Namzeta Hevşaredara Qelqelî Dîlan Orencî axivî û got; “Bi faşîzmê re rêveberî nabe. Qeyûman hemû saziyên jinan girtin û xwestin jinan dorpêç bikin. Lê emrê wan heta 31’ê Adarê ye. Qelqelî jixwe ya me yê em ê serbikevin.”

Piştî axaftinan jinan vîdeoya têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê temaşe kir.

SERAY

Li navçeya Serayê jî têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hate lidarxistin, Hevseroka DBP’ê Aynûr Tarhan, endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mûkaddes Karakoç,namzetên hevşaderdariyê Caziye Dûman, Şahabettîn Bîlmez û jin beşdar bûn.

Namzetên hevşaredariya Serayê Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez li gunê Karasîhar bi gel re civiyan. Li vir Caziye Dûman axivî û got; “AKP li dijî me propagandayê dike. Gelê me ew ê li sindoqan de bersiva vê politîkaya qirêj û propagandaya reş bide.”

Piştî axaftinan bi beşdarbûna Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez govend hate girtin.

EBEX

Li navçeya Ebexê jî namzeta hevşaredariyê Leyla Atsak serdana malan kir û xebatên hilbijartinê domand. Atsak û heyeta pêre banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Adarê li jinan kir.

RÊYA ARMÛŞÊ

Namzetên hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan li navçeyê serdana Kooperatîfa Minîbusa Plaka 5 kirin. Yacan û Kûrt pirsgirêkên şifêran guhdar kirin û diyar kirin ku ew ê piştî 31’ê Adarê pirsgirêkan çareser bikin.

Piştre namzet Şehzade Kûrt serdana malan kirin û jin vexwend mîtînga  8’ê Adarê.