Li Mûşê dest avêtin jinekê û piştre ew kuştin

Li gundê Qêranlî yê navçeya Milazgirê ya Mûşê, jinek bû hedefa êrişa destavêtinê ya birayê mêrê ku pê re zewicî bû, piştre jî ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin.

Li gorî agahiyan, jina bi navê Fatma Altinmakas ku dayika 6 zarokan bû, ji aliyê hevserê xwe Kazim Altinmakas ve hate kuştin. Cenazeyê Altinmakas ji aliyê malbata wê ve hate wergirtin û li gundê Hozdemîr ê navçeya Patnos a Agiriyê hate veşartin.

Piştî bûyera kuştinê Kazim Altinmakas hate destgîrkirin û ji sûcê "kuştina bi zanebûn" hate girtin. 6 zarokên malbatê jî xistin bin 'parastin'ê.

Piştî bûyera kuştinê hate îdîakirin ku Fatma Altinmakas mexdûra destavêtinê ye. Li gorî agahiyên ji aliyê malbata wê ve hatin dayin, Fatma Altinmakas 12'ê Tîrmehê tevî hevserê xwe çû Qereqola Jendermeyan a Milazgirê û gilî kir. Altinmakas di îfadeya xwe de got ku birayê hevserê wê S.A. dest avêtiye wê. Li ser vê yekê S.A. hate destgîrkirin, lê piştî du rojan hate berdan. Roja ku hate berdan jî Altinmakas hate kuştin.

Hate ragihandin ku malbata Fatma Altinmakas a hate qetilkirin wê hem giliyê Kazim Altinmakas ê girtî hem jî endamên malbata wî hemûyan bike.