Li Munzurê mîna masiyê somonê

Çîroka zarokekî esîl ê bejî yê di nav çanda Dersimê de xira nebûyî, kurteya hemû Dersimê ye. Çîroka jiyana wî dişibe çîroka masiyê somonê. Ji bo bîranîna Mahîr ku bihara 2018'an şehîd bûyî..

Masiyên somon koçber in. Dema koçê bi hewldaneke bêhempa astengiyên ku mirov dibe qey nikarin wan derbas bikin, derbas dikin, ji sûlavên biçûk bi metroyan bi jor ve xwe hildiperikin an jî di nav wê avê de ku bi carekê re berjêr diherikin, li dijî herkê avjeniyê dikin. Masiyên somon her çendî li hemû okyanosê geriyabin jî bi bêhnkirina bêhna avê dîsa vedigeriyan kana ku lê jidayik bûyin. Li okyanosan, derya û çeman di şînên bêdawî de bi azadî avjeniyê dikin lê dîsa vedigeriyan ser kana xwe. Bi keriyan digeriyan û ti caran li li bêhna ava ku jê ne, biyanî nabin. Çîroka jiyanê ya Mahîr dişibe çîroka masiyê Somon, Mahir Munzur (Cihan Kıt Mahîr) digot, somonê Munzurê jî ez im.

Digot, ''Ez biçim her deverê jî, li cîhanê jî bigerim, beriya ku li Munzurê binerim, beriya li Munzurê avjeniyê bikim, bêhna wê bikişînim ser kezaba xwe nikarim bjîm. Ez di vê avê de jidayik bûm û di vê şînahiyê mezin bûm''. Mahîr zarokê Munzurê bû. Ji çavikan mîna çeman diherîkî û parçe dikir çiya. Destê xwe dida her sûvala ku xweşikiyek dida geliyê, di pîroziya wê de pîroz dibû. Flora û faunaya gelî ji wî dihate pirsîn. Çavgirtî dizanîbû huşu, reşedar, darberû, dara biyê li geliyê li kûderê ne. Bi bêsebrî li bendê dima ku soman vegerin cihê xwe, ji masîgiran baştir dizanîbû ku masiyên sor kengî wê werin girtin û kengî divê mirov dest li wan nede. Bi saetan li pezkoviyan, li kewan, li tivîlk, li qulingan dinerî, bêyî ku aciz bibe, ji ber ku xwe di wan de didît, di nav vê çandê de ew dibû xwe.

Heval li ber sermaya payizê nexweş ketibûn, me erzaq dibir. Digot hewceyî bi derman tine, dermanê we bi min re ye, Mahîr. Di cih de giyayek anî, kelan, da hemû hevalan. Giyayê ku me vexwarî ji me re baş hatibû. Pîrika wî giyanê bi şîfa şanî wî dabû. Bawer dikir ku hemû tiştên sirûştê bêhtir sûdewar in. Heta ku li Dersimê piraniya endemîk hebe em nexweş nakevin. Fikra ku ev xweşikî wê di bin bendavê de bimînin jî dikir ku hêrsa wî rabe.

BI EVÎNA XAKÊ DIJIYA

Bi bavê xwe re çûbû Zozanên Gulê, hê di ciwaniya xwe de çûbû Sultan Baba ku sîr û kumikan bide hev. Li şûna ku bi kontrola hinan keda wî were xwarin li xaka xwe çi didît qîma xwe pê dianî, dida hev û bi firotina wê debara xwe dikir û ev kiribû rêgezek ji bo xwe. Qîma xwe bi hemû tiştên ser xakê dianîn lê li welatên dî nikaribî hilmê bistîne, difetisî. Ji Dersimê derdiekt lê weke ku çûbe agirekî di cih de vedigeriya.

PÊŞENGÊ CIWANAN BÛ

Hema hema lîderê ciwanên taxa Gazîkê ya Dersimê bû, her kes dida dora xwe. Taybetmendiyên sirûştî yên pêşengiyê û xisletê wî yê otorîter, bi zelaliya xwe ya ku bi 'neyî'yê nedizanî, dikir ku her kes jê bawer be û dîwarên tirsê hildiweşand. Ji ciwanên dudilî re dibû wêrekî. Mahîr wêrek bû. Ji wî warî ye ku lê jidayik bûyî nayê zanîn. Dayîka wî dema ku behesa serhildêriya Mahîr, ya ku di eyarê xwe hilnedihat, dikir wiha digot: ''Mahîr min neh mehan di zikê xwe de hilgirt, di malzarokê de jî ranediwestiya. Li ber şikefta Elîşêr ji dayik bû, dibe ku ji vê be serhildêriya wî.''

Mahîr ya ku dixwest pêk dianî, bi xwe bawer bû û ti astengî li ber xwe nedidît. Ciwanên Gazîkê ku ji ber polîtîkayên tirsandinê yên dijmin pirnisîbûn û baweriya wan bi wan nemabû, ji xewna tirsê şiyar dikir û ji bo ku ew li mîrateya Seyîd Riza xwedî derkevin wêrekî dida wan. Ciwan didan dora xwe bi saetan nîqaş dikir, li dijî polîtîkayên biyanîkirinê yên dijmin ku li ser Dersimê dike, ji bo ku ew li kokên xwe vegerin û refleksa xweparastinê geş bike pir kêferat dikir.

Divê her kes dirûst be, di serî de li bara wî, piştre li bara nirxên ku li Dersimê hatine avakirin. Divê dem zora me nebe. Divê em behsa wan bîranînan bikin ku me bi ser xistine. Şaşiyên bi têkçûyinê, em bijîn jî diçewisînin mirov, ji bo vê jî tenê em ciwan dikarin li dahatuya xwe xwedî derkevin. Ciwanên li dora wî bi hijmetkarî lê guhdar dikirin. Ji wî wêrek dibûn û hêrsa wan a li dijî dijmin radibû. Weke rihê zêhnên ciwan bû û nekarîn xwe jê dûr bixin. Ji bo ciwanên ku tiştên ku divê nekin dikrin û bi karê bêkêr re mijûl dibûn ber bi rastiyê ve bikişîne, bi saetan nîqaş dikir, berpirsyariya wan bi bîr wan dianî. Li dijî pirnisînê, xwevekişandinê, tirsandinê ya ku dijmin li ser ciwanan ava kriî, bang li ciwanan dikir ku vejin, bibin xwedî îrade û di nav ciwanan de giyanê yekîtiyê ava dikir. Mahîr weke êgir bû, devera ku digihayê dişewitand.

BI HEYBET Û ESÎL BÛ MAHÎR

Di nav hevalan de ji bo ku çi dixwest pêk dianî û zîrek bû vê ew dikir otorîter. Mahîr gerîlayekî wiha bû ku di nav civatê de lê dihate guhdarîkirin, gotina wî derbas dibû û ji ber xwe ve hurmetek jê re dihate girtin. Ji ber ku xwedî xisletên pêşengiyê bûn her kes ber bi xwe ve dikişand. Pênaseya têgîna heybetî û esîlbûnê bi Mahîr bi mane dibûn. Helwest wî ya esîl û bi xwe bawer dikir ku hemû kesên li derdorê jî pê bawer bin. Hingî wiha weke ku ji wan be tevdigerya û ji dilê wan digerikî, hevrêên wî ji şaşiyên jiyana wî jî xwe bêhteng nedikirin. Hebûna xwe bi zindîbûna li jiyanê û pratîkbûna xwe bi mane dikir, dibû zimanê rêgezên jêneger ên bûneweriyê. Hevalên wî jê re digotin ,'cano', ji ber ku Mahîr weke can û kezeba hemûyan bû. Her kes weke ku parçeyek ji canê wan be lê dinerîn û wiha jê hez dikirin.

Navê xwe ji Mahîrê mezin (Şerîf Yalçin) standibû. Hîç ew nas nekir lê armanca wî ew bû ku di rêka wî de bimeşe û weke wî bibe fermandarekî mezin. Ji me weye ku dijwarbûn tenê li şehîd Mahîr tê lê dijwariya Mahîrê şopdar û deqerûbûna wî şehîd Mahîr bi bîra her kesî dianî. Şerîf Yalçin şervanekî bêtirs, wêrek bû, Mahîrê ciwan weke ku pê re mabe, xwedî wan taybetmendiyên bêhempa bû.

Çîroka zarokekî esîl ê bejî yê di nav çanda Dersimê de xira nebûyî, kurteya hemû Dersimê ye.