Li Misricê 13 kes hatin destgîrkirin

Li Misricê di serdegirtina malan de 13 kes hatin destgîrkirin.Li Kopê jî hevserokê HDP'ê yê navçeyê jî di nav de 6 kes 4 roj in destgîrkirî ne.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP'ê zêde dibin.

Li Çeltîkbaşi ya navçeya Misric a Sêrtê û gundên derdorê leşkerên Tirk avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de 13 kes hatin destgîrkirin û li qereqola Jendermeyan a Navçeyê tên girtin.

LI KOPÊ 6 KES 4 ROJ IN DESTGÎRKIRÎ NE

Li navçeya Kop a Mûşê, Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Alparslan Ozer jî di nav de 6 kes 4 roj in li emniyetê ne.