Li Mîdyadê qeza trafîkê: Jinekê jiyana xwe ji dest da, 10 kes birîndar bû

Li ser rêya Mîdyad-Hezexê ji ber qezayeke trafîkê jinekê jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, kesên ku qeza kirin malbateke Êzidî bû ku ji Elmanyayê ji bo serdana gundê xwe hatibû Mêrdînê.

Bûyer doh li ser rêya navbera navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê û navçeya Hezexê ya Şirnexê qewimî.

Malbata Êzidî ya Çakar ku serdana gundê xwe yê li Mîdyadê Dêywanê kir, mînîbusa wan qulubî.

Di encama qezayê de jina bi navê Besê jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Mîdyadê.

Malbata Çakar bu weke malbata Malê Safê jî tê naskirin, li bajarê Herfordê yê Elmanyayê ye û bi hesreta dîtina gundê xwe serdana cih û warê xwe kiribû.