Li Mexmûrê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin

Tevgera Civaka Îslamî ya Kurdistanê li Mexmûrê tecrîda Îmraliyê protesto kir.

Tevgera Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şaxa Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir.

Mele Elî Spêrtî metna çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Rêber Apo, Îbrahîm Xelîl ê hemdem e. Rêber Apo lêgerê heqîqetê ye.

Rêber Apo bi felsefeya nû ya berxwedanê gelê Kurd ji rewşa gelê bindest derxist. Ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser wî tê ferzkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Rêber Apo tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî berxwedana xwe didomîne. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kesên xwedî wijdan û hemû bawermend rabin ser piyan û bêdengiya xwe bişkînin.”