Li Mexmûrê şehîdên sivîl ên jin bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên her sê jinên di êrîşa balafirên kefşê yên bê mirov û biçek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker de li Mexmûrê şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana wargehê hatin veşartin.

Balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker saet derdorî 13:10’î de Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de 2 jinên ciwan li cihê bûyerê şehîd bûn û yek ji wan jî bi giranî birîndar bû. Ji ber ambargoyê û nebûna amûrên pêwîst jina birîndar ji ber zêde xwîn jêçûnê ew jî şehîd bû.

Heyeta Iraqî piştî cihê bûyerê lêkolîn kir û şûnde derbasî nexweşxaneyê bû û li wir jî lêkolînên xwe kirin. Heyet piştre ji Mexmûr veqetiya.

Şêniyên wargehê tevî xetereya nexweşiya vîrusa Koronayê ji bo cenazeyên şehîdên xwe veşêrin li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn. Piştî pêkanînên rêûresmên olî cenazeyên her sê jinên ciwan ji aliyê şêniyên wargehê ve bi merasîmekê veşartin.

Piştî merasîm bi dawî bû, li ser navê Meclisa Gel a Demokratîk Nûran Sezgîn daxuyaniyek da. Sezgîn di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a faşîst û her wiha bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate şermezar kirin.

Sezgîn diyar kir ku ev êrîşa hatiye kirin ne tenê li hember Mexmûrê ye, li hember hemû Kurdan e. Her dawî Sezgîn bang li saziyên pêwendîdar kirin û her wiha bang li gel û aliyên Kurd hate kirin demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd namirin û Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Hêjayî bibîranînê ye ku di 6’ê Kanûna 2017’an, 13’ê Kanûna 2018’an û 19’ê Tîrmeha 2019’an jî Wargeha Mexmûrê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin.