Li Mêrdînê roja 14'an a berxwedana li dijî qeyûman

Berxwedana Mêrdînê ya li dijî desteserkirina şaredariyan 14 roj in didome. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir, ku qeyûm binpêkirina qanûnane.

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku bi destê rejîma AKP-MHP'ê hate kirin, berxwedana li Mêrdînê 14 roj in didome.

Nobeda berxwedanê li Parka Karayollari ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê pêk tê û Hevserokên HDP'ê yên Bajêr, hevşaredar, parlamenterên HDP'î, endamên meclîsa şaredariyê û şêniyên bajêr tevlî bÛn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Mêrdîn rûmeta me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bêdeng nabin, em natirsin, em îteatê nakin" hate qîrîn. Bi navê komê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî.

Li dijî hewldanên astengkirina polîsên Tirk a li çalakiyê Tîryakî got, "Yên ku ji me re dibêjin ku çalakî qanûnî nîne, bila ji wan kesan re qala qanûnan bikin ku qanûnan bi xwe binpê dikin. Yên ku qanûnan binpê dikin qeyûm in. Em ê vê yekê li her deverê biqîrin."

Kom piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP'ê ya Mêrdînê meşiya û bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.