Li Mêrdînê banga berxwedan û yekîtiyê hate kirin

Li Mêrdînê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 26'an de ye. Di çalakiyê de banga berxwedan û yekîtiyê hate kirin.

Nobeda demokrasiyê ku li Mêrdînê li dijî qeyûm tê kirin di roja 26'an de ye. Çalakî di nava dorpêçiya polîsan de li ber avahiya HDP'ê ya bajêr pêk tê. Piştî kombûna girseya gel daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate ragihandin.

Bi navê Meclîsên Ciwanên HDP'ê yên Mêrdînê Nadîre Çelîk axivî û diyar kir ku wê li dijî feraseta qeyûm rawestin.

Rêveberê Komeleya Nivîskarên Mêrdînê nivîskar Ahmet Çelîk jî bang li Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kir ku li dijî desteserkirina îrade û mafê gel helwestê nîşan bide.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî got, "Eger Kurd yekbûna ne pêvajoya Kobanê rû dida, ne qeyûm dihate tayînkirin, ne jî îradeya gelê Kurd dihate desteserkirin. Dem dema yekîtiyê ye. Em bibin yek. Yek ji aktorên mezin ên li Tirkiyeyê Kurd in. Eger em di vê pêvajoyê de bibin yek hingî wê nikaribin bi ser me ve bên. Ji ber vê yekê em ê hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya gelê Kurd bidomînin."