Li Meletî û Sêrtê operasyonên qirkirina siyasî

Li Meletî û Sêrtê operasyonên qirkirina siyasî hate kirin û 6 kes hatin destgîrkirin.

Li Meletiyê polîsan girtin ser malan û herî kêm 3 kes destgîr kirin. Endamê HDP’ê Alî Gelgeç û Alî Gurbuz ê kesekî bi navê Muslum ê ku paşnavê wî nehate hînbûn, di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin hejmara kesên ku hatine destgîrkirin zêde ye.

SÊRT

Li Sêrtê jî vê sibehê polîsan girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Berpirsê Karên Teknîkî Cemal Tûrhan û Berpirsê Projeyên Rêveberiyên Herêmî yê HDP’ê Eşret Tekîn û kesekî din ê ku navê wî nehate hînbûn, di serdegirtinê de hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin 3 kesên ku hatine destgîrkirin, birine Gerînendetiya Emniyetê ya Sêrtê.