Li Licê 'qedexeya derketina derve'
Li 2 gund û 13 gundikên navçeya Licê ya Amedê 'qedexeya derketina derve' hate ragihandin.
Li 2 gund û 13 gundikên navçeya Licê ya Amedê 'qedexeya derketina derve' hate ragihandin.
Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê got, li 2 gund û 13 gundikên Licê 'qedexeya derketina derve' hatiye ragihandin.
Gund û gundikên ku qedexe lê hatine ragihandin ev in: Gundê Akçabudak û gundikên bi ser ve Tahakulek, Mahmudan, Kasan, Hij, Mahmutlu, Leylasor, Dergan, Kaynaktaşi, Aliçlilayla; gundê Ulucak û gundikên Yenîyazi, Ballica, Aliyan û Abdurrahmanaga.
Hate ragihandin ku qedexe ji 21'ê Tîrmehê, saet 05.00'an ve dest pê kiriye.