Li Lêlîkanê du çalakgerên çalakiya destpêkê

Gerîla Agît û Arîn gerîlayên ku beşdarî çalakiya destpêkê ya li dijî hêzên Tirk ên dagirker ku girê Lêlîkan digirkirine bûbûn. Fîşeka destpêkê ya Agît neteqiya lê bi fîşeka xwe ya dawî Arîn a ku fîşekên wê qediya bû rizgar kir.

Ji meha Kanûnê ve artêşa Tirk a dagirker gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir dike û Girê Lêlîkan ê herêma Bradostê ku artêşa Tirk lê bicihbûye di hedefa gerîlayan de ye. Artêşa Tirk di her çalakiyê de windahiyên giran dide û bê navber teqwîye û guhertinê dike. Du gerîlayên ku beşdarî çalakiya yekemîn a girê Lêlîkanê bûne qala wê çalakiyê kirin.

Gerîla Agît Welat ku ji ANF’ê re axivî wiha qala çalakiya destpêkê ya li dijî artêşa Tirk li herêma Bradostê dike;

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ÇALAKIYA DESTPÊKÊ

Çalakiya me ya destpêkê ya li dijî girê Lêlikanê, hemû gerîlayan jî bi taybet ên li herêma Bradostê benda çalakiyekî wiha bi bandor bûn. Dewleta Tirk hê nû girê Lêlikanê dagir kiribû. Armanca çalakiyê ev bû ku em derbeyek mezin li dijmin bixin. Hejmara hevalên ku beşdarî çalakiyê bibin ne zêde bû. Ji xwe armanc jî ev bû bi hejmarekî kêm bi bandor li wan xistin bû. Ji bo çalakiyê me amadekariyên xwe yên pêwîst kiribû, di aliyê êrîş û parastinê de çekên giran, otomatîk, çekên sekvanî û ferdî hebûn. Min jî di wê çalakiyê de çeka Zagros a ku gerîlayan çêkirî bi kar anî. Piştî civîna keşif û plannameyê ji bo çalakiyê em benga ferma Bager ê ku kooordÎneyê çalakiyê bû. Di dema amadekariya çalakiyê de kêlecanekî mezin hebû.

JI BO KU EM BIBIN LAYÎQÊ FERMANDAR AGIRÎ

Navê Şehîd Agirî li pêngavê hatibû kirin û şehîd Agirî jî di rewşekî herî xirab de moral dida hevalên xwe. Em jî weke şervanên şehîd Agirî divê weke wî bin. Em bi hêrs û hestên tolhildanê ber bi girê Lêlîkanê ve ketin rê.

TELÎMATA BAGER: DEST PÊ BIKIN

Piştî xwatirxwestinê ez ji ken û kelecana hevalên xwe pir bi bandor bûm. Dema em ber bi gir ve diçin min dizanî ku em ê serbikevin. Piştre em li koman hatin belavkirin. Beriya ku çalakî destpê bike beriya 15 deqeyan min cihê xwe girtibû. Di nava 15 deqeyan de min çeka xwe ya Zagros amade kir. Beriya ku çalakî destpê bike guhê min li ser cîhaz bû, çavê min li dûrbînê û destê min li ser tetikê bû. Hemû koman telîmat dabû û dema ku sira min hat bi min re têkilî danin min jî got amade me. Bi çend deqeyan sankî li geliyê Lêlkanê bêdengiya mirinê hebû. Yê ku ev bêdengî şkand dengê koordîneyê çalakiyê Bager bi gotina ‘Destpê bikin’ bû. Çalakî bi çeka B7 û hewanê dest pê kir. Bêdengiya mirinê ya li gelî cihê xwe ji dengê çekan re hiştibû. Hêzên Tirk di şokê de man û di deqeyên destpêkê de bersiv nedan, pitşre beşekê bersiv da û beşê din jî reviyan derdor.

GER MIN LÊ NE DABÛ WÊ LI ARÎNÊ XISTIBA

Dema ku sekvanê Tirk çû ser kevir, wî demî min ew dît û min got divê li vî bixim. Dema ku min nîşan girt min bihîst ku Mîrxan birîndar bûye, bi vê re gelek bi hêrs bûm û min got çi dibe bila bibe divê li vî bixim. Dema ku serê xwe rakir min nîşan girt û fîşek berda. Di çalakiyê de fîşeka min a destpêkê bû; kete xwar. Piştî çalakiyê min zanî ku bi xistina wî re min Arîn rizgar kir.

ARÎN STÊRK QALA ÇALAKIYÊ DIKE

Gerîla Arîn Stêrk ku Agît Welat qala wê dike têkildarî beriya çalakî û piştî çalakiyê van agahiyan parve dike;

Diviya bû em hatina artêşa Tirk a li Lêlikanê pîşman bikin û derbeyek mezin li wan bidin. Piştî plannameye û keşfê dema qazî min kirin min zanî ku ez ê beşdarî çalakiyê bibim. Dem bangî min hate kirin hatim û min dît gerîla hemû kom bûne. Wê kî beşdarî çalakiyê bide dihatin diyarkirin. Ji bo çalakiyê vesazkirin hate çêkirin. Hemû heval ji bo ku di koma êrîşê de cih bigrin xwe pêşniyar dikirin. Ez wê rojê bi şans bûm; beşdarî koma êrîşê bûm. Min perwerdehiya çeka B7 dîtibû û beşa min bû. Beriya çalakiyê moral û kelecana hevalan zêde bû.

PIŞTÎ FÎŞEKA XERABÛYÎ

Li çeper min cihê xwe girt û min xwest fîşekan berdim lê fîşeka min xerabûyî derket. Ji bo wê çalakî çend deqeyan dereng destpê kir. Min fîşekek din xist ber çekê û carek din berda. Çeper hate rûxandin û çalakiyê destpê kir. Mîrxan û Serdem êrîş kirin. Min jî bi çentê xwe ku çekên B7 têde bûn û xwest pêşde biçim. Min dît ku 3 leşkerên Tirk ketin çeperên xwe. Carek din min li wan xist. Çepere hate rûxandin. Piştî demekê Mîrxan û Serdem nehate dîtin û çûn nava çeperên dijmin de. Bi aliyekê re ez bi leşkeran re şer dikim û aliyê din jî dixwazim bigihim hevalên xwe.

LEŞKER DIQÎRE: HATIN HATIN!

Di dema çalakiyê de beşek yê leşkeran reviyan û beşê din jî di çeperan der bersiv dan. Dema em ketin çeperan de leşkerek di çepera jêr de qîr dikir û di got; ‘Îbrahîm hatin, Îbrahîm hatin’. Bi bandor me li çeperan xist û dema me xwest xwe bigihînin hevalan Mîrxan birîndar bû. Serdem jî ji bo Mîrxanê bibe cihekî bi ewle ji cihê şer lê heyî dur ket.

EZ MAM NAVA ZINARAN DE

Min dît ku leşkerek di çeperê de ye. Fîşekên min qediya bû û ez mame nava zinaran de û min ne dizanî çi bikim. Demekê li wir bûm û leşker cihê min didan. Sekvanekî Tirk ez kirim hedef û fîşek berda. Demekê bêdeng bû û min serê xwe rakir min dît ku cenazeyê leşkerê Tirk ketiye xwarê. Min fersend dît û paşve vekişiyam û ez çûm gel koma din a gerîlayan. Bager ê ku koordîneya şer dikir digot; ‘bes e paşve vekişin niha evqas bes e’. Çalakî gelek serketî bû û me derbeyek mezin li wan xist.