Li Lêlikanê di çalakiya duyemîn de çalakgera yekemîn

Çalakiya duyemîn a li girê Lêlikanê ya herêma Bradostê li dijî artêşa Tirk a dagirker, çalakiya yekemîn a Dunya Axîn bû. Çeka wê B7 bû, lê fîşekên wê qediyabû û di nava fîşekên dijmin de mabû.

Gerîla Dunya Axîn beşdarî çalakiya yekemîn a li girê Lêlikan ya li dijî artêşa Tirk a dagirker nebibû. Di çalakiya duyemîn de jî ji bo keşfê beşdar bûbû. Di bin fermandariya Zinar de di baskê 3 kesan de wê çeka B7 bi kar anîba. Gerîla Axîn cara destpêkê ye beşdarî çalakiyekê dibe û çeka B7 bi kar tîne.

Gerîla Dunya Axîn çalakiya xwe ya destpêkê ji ANF’ê re vegot;

Dema ku me xwest em biçin gir cebilxaneya me giran bû. Di demên ku me zorî dikêşa de me barê xwe parve dikir. Ji vê min moral û hêz digirt. Dema me dest bi tevgerê kir şev bû û em nezî dijmin bûn û em man benda berbanga sibê. Zinar û Kawa gotin ‘Tu li vir be, em ê hê bêhtir nêz bibin û keşfê bikin’. Dema çûn keşfê ez tenê mabûm. Dema vegeriyan Zinar got ‘Em hatine aliyê şaş, bi lezgînî divê em biçin cihê pêwîst’. Diviyabû çalakî seat 12:00’an destpê bike lê ji ber vê seat 14:00’an de dest pê kir. Ji ber em bi şêv meşiyabûn me hinek zorî kêşa û ji ber em çûbûn aliyê şaş em neçar man ku di germahiya nîvro de dîsan bimeşîn. Zorî ne zêde di xema me de bû ji ber armanca me diyar bû û em bibiryar bûn. Di dawiyê de em gihiştin cihê çalakiyê û em ê li hêzên Tirk bixin. Zinar û Kawa li cihekî cuda man, ez çûm cihekî din. Cihê xwe min girt û tekmîla ‘amade me’ min da.

DI FÎŞEKA DAWÎ DE HATIM DÎTIN

Li cihê ez bi cih bibûm li pêşiya min 6 çeperên dijmin dihate dîtin û diviyabû ez hemûyan birûxînim. Heta ku fîşeka destpêkê neteqînim wê kelecana min nesekinîba. Ez bi kelecan bûm lê min panîk nekir. Bi destpêkirina çalakiyê re fîşeka duyemîn min teqand. Bi çeka B7 re cara destpêkê li dijmin dixim. 6 çeperên ku min ji bo xwe kiribû hedef min lê xist. Dema paşve vekişinê fîşeka dawî ya B7 dema min xwest nîşanê bigrim leşkeran ez dîtim. Lê navberê de ez asê mam. Ji bo derketin û xweparastinê fîşekên min nemabû. Dema hizrandinê ya ka ez ê çawa derkevim çi bikim, Zinar bi şêweyê fedayî li çepera ku derketina min asteng dike xist. Çeper hate rûxandin û vê navberê de jî li cihê ku ez lê asê mabûm, derketim.

HEVRÊTIYA TAM EV E

Çalakî pir serketî bû, me derbeyek li wan xist û tu windahî nedan em vegeriyan. Hevrêtiya PKK’ê wiha ye; Tu rûhê xwe tune dihesibînî û ji bo rizgarkirina hevrêyê xwe bihizirî, ji bo ku zirarek negihe hevrêyê de canê xwe dike. Çalakiya destpêkê bû lê ji bo min di her alî de tecrûbeyeke mezin bû.”