Polîsan li Koşûyolûyê êrîşî dayikan kirin: 7 kes hatin destgîrkirin

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li Parka Koşûyolû ya Amedê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê xwestin çalakiyê bikin. Lê belê polîsan êrîş kirin û 7 kes bi lêdanê destgîr kirin.

Polîsên Tirk ji bo pêşî li çalakiyê bigirin, danê sibehê bend danîn dora Parka Koşûyolûyê.

Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwestin careke din çalakiyê bikin, lê bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk.

Di êrîşê de 7 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin ku 5 ji wan dayik in.

Polîsan destên dayikan ba dan, li serê wan xistin û di dema destgîrkirinê de jî şîdet li wan kirin.

Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bi hefteyan e li gelek bajaran çalakiya nobedê dikin ku dengê girtiyên di grevên de ne bidin bihîstin. Polîsên Tirk jî li Gebze, Stenbol û Amedê bi rêk û pêk êrîş dikin û êşkenceyê dikin. Di nava çend hefteyan de bi dehan kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.