Li Kobanê, Serêkaniyê, Girkê Legê ji bo Şengalê meş

Çalakiyên protestoyê yên li dijî êrîşa çeteyên AKP û PDK'ê yên li ser Şengalê dewam dike. Gelê Kobanê, Serêkaniyê û Girkê Legê xwedî li şengalê derketin û êrîşa dijî Şengalê bi meşekê şermezar kirin.

KOBANÊ

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtya Ciwanên Rojava (YCR) li pêşiya Navenda xwe ya Kantona Kobanê kom bûn û daxuyaniyekî hevbeş êrîşa çeteyên AKP û PDK'ê yên li ser Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Yekîtiya Jinên Ciwan Rodîn Qehro ve hat xwendin. Di daxuyaniyê te wiha tê gotin: "Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwaên Rojava yên Kantona Kobanê êrîşên çeteyên PDK`ê bi desteka dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ê Şengalê ku qirkirina vîna gelê Kurd hedef digre şermezar dikin û ji çeteyan re dibêjin em xiyaneta derheqê gelê Kurd qebûl nakin.ʺ

Rodîn Cejna Newrozê li tevahî gelên Rojava û welatiyên Şengalê ku li hemberî êrîşan disekinin pîroz kir û diyar kir ku Newroza îsal wê bibe Newroza serkeftina gelê kurd.

Daxuyanî bi durişmeyên ʺBê Serok jiyan nabe, Bimire îxanetʺ bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê ciwan û jinên ciwan ji bo pêxistina agirê Newrozê ber bi Girê Miştnûrê ve ketin rê.

SERÊKANIYÊ

 Şêniyên Serêkaniyê ji bo ku êrîşa îxanetê ya PDK'ê şermezar bikin meşiyan.

Meş li ber avahiya Meclîsa Gel a Serêkaniyê destpê kir. Girseya gel pankarta 'Bimre Îxanet' rakirin û bi dirûşmeyan ber bi Qada Azadiyê ve ketin rê. Girseya ku gihişt qadê deqeyek rêzgrtin ji bo şehîdên Kurdistanê girtin û daxuyaniya TEV-DEM'ê hate xwendin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Mamoste Rîhan Xelîl ve hatî xwendin de wiha tê gotin:

"Em êrîşên li ser gelê me yê sivîl li wargeha Êzdîxanê Şengalê ku ji aliyê çeteyên PDK û AKP’ê ve pêk hat, bi tundî lenet û şermezar dikin. Wekî ku em dizanin îro li ser hêza tevgera azadiya Kurdistanê, pîlanên pir qirêj bi destê PDK’ê û APK’ê têne kirin. Li ser vê bingehê em wekî TEV-DEMʹê banga seferberiyê û berxwedana li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê dikin, ku li hemberî van êrîşên çeteyan bêdeng ne mînin û her derê bikin qada berxwedanê. Da ku pîlanên qirêj bi sernekevin û em jî heta dawiyê pêşgirtiya gelên xwe yên li Şingalê û hêzên wan ên parstinê YBŞ,YJŞ’ê û berxwedana wan bi dil û can pîroz dikin.ʺ

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê bi sedan kes ji bo ku êrîşên AKP-PDK’ê şermezar bikin heta bi Qada Şehîd Xebata Dêrik meşiyan.

Gel pankart û dowîzên ‘’Ji tifaqa PDK-DAIŞ-TC’ê re na’’, ‘’Bijî Berxwedana Şengalê’’, ‘’Bijî hevgirtina Rojava- Şengalê’’, ‘’Bimre îxanet û nokerî’’, ‘’AKP-PDK û DAIŞ wê bi yekîtiya gelan têk biçe’ û ‘’Şengal me tu azad kirî em ê te biparêzin’’ vekirin.

Gel heta bi Meydana Şehî Xebat Dêrik wê kolane herî şên e wê bimeşe. Li vir wê axaftin werin kirin