Li Kerkûkê partiyên Kurdistanî li hev civiyan

Li Kerkûkê bi beşdarbûna nûnerên partî û aliyên Kurd civîneke hevbeş hate lidarxistin.

Îro nûnerên partî û aliyên Kurd ên Kerkûkê li ofîsa Yekitî Nîştimanî Kurdistan (YNK) ji bo mijarên Newroz, Raperîn, Enfal û Helebçe li hev civiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hemû partî û rêxistinên Kurd ji bo civînê hatibûn vexwendin lê Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Tevgera Goran û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî civînê nebûn.

Endamên ofîsa peywendiyên YNK’ê Cengî Zedîn li ser navê aliyên siyasî yên Kerkûkê daxuyaniyek parve kir ku ji çend xalan pêk hatiye. Daxuyanî wiha ye;

1.           Ji bo salvegera Newroz, Raperîn û Helebçe li Kerkûkê em hemû bi hev re berjewendiyên partî li aliyekê dihêlin û bi rûhê neteweyî tevbigerin.

2.           Em daxwaz ji berpirsên YNK û PDK’ê dikin ku demek nêz de ji bo pirsa yekalî kirina Kerkûkê, meclîsa parêzgeha Kerkûk û waliyê nû yê Kerkûkê kar bikin.

3.           Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku rewşa Kerkûkê asayî bike û dawî li desthilatdariya ne yasayî ya leşkerî li Kerkûkê bîne.