Li Kerkûkê êriş birin ser Haşdî Şabî: 2 milîs mirin
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî Haşdî Şabî êrişeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 2 milîs hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî Haşdî Şabî êrişeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 2 milîs hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Li gorî medya Iraqê, li qada Terkilanî ya bi 10 kîlometreyan li başûrê Kerkûkê, wesayiteke Haşdî Şabî hate teqandin.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de 2 endamên Haşdî Şabî mirin, 3 jî birîndar bûn.
Heta niha kesî êriş li xwe negirtiye.