Li Hezexê 20 kes hatin destgîrkirin

Li gundên Xirabetuwa û Zerguza yê Hezexê keyayên gund jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin.

Îro danê sibehê leşkeran avêt ser gundê Zergûza û Xirabetuwayê. Di avêtina ser gundan de keyayên gundên Zergûza û Xirabetuwayê jî di nav de bi giştî 20 kes hatin destgîrkirin.

Nehat hînkirin ku bê leşkeran gundiyên destgîrkirine birine ku derê.

ÇI QEWIMÎBÛ?

Li gundê gundê Bana Zergûza yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê, di 23'yê Nîsanê de wesayîteke li ser rêya Cizîr-Hezexê rastî êrîşekê hatibû. Di êrîşê de Mehmet A., Abdullah E. (23) û Eşref E. (49) bi giranî birîndar bûbûn. Di nav birîndaran de Mehmet A. li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî êrîşê gund ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin.